YE Dê Çavdêran Bişîne Hilbijartinên Herêmî yên Venezuela

Berpirsê sîyaseta derve yê Yekîtîya Ewrupa (YE) dîyar kir ku ewê bo hilbijartinên herêmî yên Venezuela yên di 21’ê Mijdarê de çavdêran bişînin wî welatî.

Nûnerê Bilind yê Sîyaseta Derve yê YE Josep Borrell da zanîn ku ewê ser daxwaza Civata Hilbijartinê ya Neteweyî çavdêran bişînin Venezuela.

Borell da zanîn ku li Venezuela dê bo pirtir ji 3000 nûnerên herêm û bajaran werin hilbijartin û da zanîn ku bi lihevkirina piranîya hêzên sîyasî dê peyvajoyeke hilbijartinê ya bêhemta çêbe.

Wî dîyar kir ku Mîsyona Çavdêrîyê ya Hilbijartinê ya YE dê ser peyvajoya hilbijartinê nirxandineke serbixwe bike û bo başkirina hilbijartinên siberojê pêşnîyazan bike.

Ew hilbijartin dê li dû boykotên rikeberîya Venezuela û hewila avakarina hikûmetekê ya bi pêşengîya Amerîka çêbin.

Ne li ber e ku hilbijartinên herêmî ser desthilata Nicolas Maduro gefên cidî çêkin.

Maduro tevî têkçûna aborîya Venezuela û tevî toleyên Amerîka, ku armanca wan hilweşandina desthilata wî ne, li îqtidarê ma.