Wezîrên enerjîyê yên Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Sêşemê bo karanîna gaza xwezayî ji sedî %15 kêm bikin peymanek pejirand ku hewcebûna çavkanîyên Rûsya kêm bike.
Li gor peymanê wê welatên YE di navbera Tebax û Adarê de kêmkirina dilxwazî pek bînên û wê rê bide dewletên endam ku berî mehên zivistanê yên sala pêş depoyan tije bikin.
Di rewşek awarte de, YE dikare qutkirinan mecbûrî bike, tevî hin îstîsnayên ku wekî beşek ji peymanê hatine pejirandin.
Peyman di demeke de pêk tê ku li bende ye ku Rûsya wê gazê bo YE qut bike, wek bersîvdayîna toleyên YE yên dijî Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna.
Gazprom ya Rûsyayê got ku ew ê ji roja Çarşemê pê ve hinareyên ku berê hêdî bûne ji Ewropayê re kêm bike.
Kompanîya Gazprom ya dewleta Rûsî ragihand ku ewê ji sibe Çarşemê pê ve şandina gaze bo Ewrupa kêmtir bike ku berê jixwe kêm kiribû.
Gazprom sedema kêmkirinê wek tamîrkirina xeta borîya Nord Stream dîyar kir, lê karbidestên YE dibêjin ku ev gavên kompanîya Rûsî bi armancên sîyasî têne avêtin.