YE Dijî Belarûsê Toleyên Nû Dipejirîne

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku dîplomatên Yekîtîya Ewrupa (YE) toleyên nû yên dijî Belarûsê pejirandine.

Reutersê ji zarê karbidestekî payabilind yê YE’ê dîyar kir ku yekîtîyê toleyên nû jiber piştgirîya Belarûsê ya bo Rûsya ya ser dagirkirina Ukrayna qebûl kirine.

Karbidestekî din jî dîyar kir ku ew dixwazin bi toleyê dijî Mînskê, rê li ber bazirganîya Belarûsê bigirin.

Tole dê dijî olîgark û banka navendî ya Belarûsê jî werin ragihandin.

Çaverê ye bi toleyan bankên Belarûsê ji sîstema SWIFTê werin derxistin.