Wezîrê Derve yê Îtalya Antoni Tajani roja Duşemê got ku Yekîtîya Ewrupa (YE) divê jibo berevanîya aştî û astengkirina pevçûnan artêşa xwe ava bike.
Tajani, ku rêbertîya Partîya Forza Italia dike, ji rojnameya Îtalî La Stampa re dîyar kir ku jibo wan yek ji armancên serekî hevkarîya berevanî ya bi YE’ê re ye.
"Eger em dixwazin li cîhanê berevanîya aştîyê bikin, pêdivîya me bi artêşa Ewrupa heye. Jibo sîyaseta derve ya bi bandor jî divê Ewrupa vê artêşê damezrîne," Tajani da zanîn.
Wî got ku li cîhanê hêzên mezin yên Amerîka, Çîn, Hindistan û Rûsya hene û bal kişand ku ji Rojhilata Navîn heta herêma Hînd-Pasîfîkê krîzên mezin çêdibin.
Wezîrê Îtalî dîyar kir ku divê ew bi yekîtîyê berevanîya hemwelatîyên YE’ê bikin.
Hevkarîya berevanîyê ya jibo YE’ê piştî Rûsya bi qasî du salên berê dest bi dagirkirina Ukrayna kir bû yek ji rojevên sîyasî.
Lê jiber ku Fînlanda, ku endama YE’ê ye, par bû endama NATO û Swêd jî pêvajoya endamtîyê didomîne, danûstandin pirtir ser berfirehbûna hevpeymanîya NATO çêbûn.
Tajani bi berdewamî dîyar kir ku divê YE ya bi 27 dewletî, li şûna seroktîyên Konseya Ewrupa û Komîsyona Ewrupa seroktîyeke tenê çêke.
Wezîrê Îtalî par piştî mirina Silvio Berlusconi bû serokê Forza Italia. Ew efsrekeê berê yê Artêşa Îtalyayê bû û herwiha bûye serokê berê yê Parlamentoya Yekîtiya Ewropa (2017–2019) û rojnamevanekî naskirî jî bû.
Jêder: Reuters