YE Dibêje Heta Niha 6,5 Mîlyon Ukraynî Hatine Welatên Endam

Derbiderên Ukraynî ku ji Mariupolê derketine li xaleke kontrolê ne

Ajansa Frontex ya Parastina Tixubê Yekîtîya Ewrupa îro Pêncşemê ragihand ku ji meha Şubatê vir ve 6 mîlyon û 500 sed Ukraynî hatine welatên Ewrupî.

Frontex da zanîn ku piranîya sîvîlên Ukraynî xwe sipartine endamên Yekîtîya Ewrupa yên cîranên Ukrayna û ji wê derê berê xwe dane welatên dewlemendtir.

Frontex bl dikşîne ku nîvê wan Ukraynîyan paşve vegerîne warên xwe.

Ajansa Ewrupî dibêje ku piranîya Ukraynîyan ku hatine Yekîtîya Ewrupa jin û zarok in jiber ku destûr tune ku mêrên navbera 18 heta 60 salî ji Ukrayna derkevin.

Frontex dîyar dike ku gelek jin di dîtina kar de zehmetî dikşînin loma jî hinek ji wan berî destpêbûna xwendingehan di meha Îlonê de hizra vegera welatê xwe dikin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî roja Sêşemê ragihandibû ku ji destpêbûna şerê navbera Rûsya û Ukrayna vir ve 10 mîlyon û 407 hezar û 957 kes ji Ukrayna revîne.

NY dabû zanîn ku tenê li Polonya pirtir ji 1,2 mîlyon penaberên Ukraynî hene.

Hêjayî bîrxistinê ye ku şerê Rûsya û Ukrayan di 24’ê Sibatê de destpê kiribû ku dewletên Rojavayî tevgerên Moskowê wek dagirkirinê dibînin.