Berdevkê Derve yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Peter Stano îro Sêşemê got jiber ku Îranê muşekên balîstîk dane Rûsya girjî gurtir bûye.
Stano got ku YE hember wê pêngava Îranê wê bersîvdaneke xurt bide wî welatî.
‘’Beşa dîpomatîk ya YE li ser daxwaza berpirsê sîyaseta derve Josep Borrell hin tedbîrên girîng yên bi biryar û armanc pêşkeşî endamên YE’ê kirin.’’
Stano dîyar kir ku jibo tedbîr di merîyetê kevin divê ji alîyê tevahîya 27 endamên YE’ê werin pejirandin.
Stano got ew piştrast dikin ku wan ji jêderên pêbawerkirî agahî sitandine ku Îranê muşekên balîstîk dane Rûsya.
Karbidestê YE’ê dîyar kir ku Borell di danûstandinên dualî de Îran ser dayîna muşekên balîstîk hişyar kiriye.
Stano got ku Îranê bi şandina muşekên balîstîk hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.
"Bi wan muşekên balîstîk kuştina sîvîlan û kavilkirin zêdetir bibe, jiber wê yekê jî YE wê bertekeke tund nîşan bide."
Jêder: Reuters