Balyozê YE Dibêje Ger Hilbijartinên Gurcistanê Ne Azad Bin Ewê Dijî Wê Tedbîran Ragihînin

Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Înê hişyarê da hikûmeta Gurcistanê ku hilbijartinên azad û rewa pêk bêne.

Balyozê Yekîtîya Ewrupa yê li Tîflîsê, Pawel Herczynski got ku ger hilbijartinên parlamanê yên Gurcistanê yên 26’ê Cotmehê ne azad, adil û aştîyane bin ew dikarin rêwîtîya bê vîza ya bi wî welatî re rawestînin.

Balyoz Herczynski ji rojnamevanan re got ku got ku sekinandina rejîma bê vîza ya bi Gurcistanê jî di nav de hemî rêk li ser maseya wan in.

Hercyzynski dîyar kir ku ger hilbijartinên Gurcistanê ne azad û adil bin ew dijî wê dewletê dikarin tedbîrên wek yên dijî Belarûsê ragihînin.

Wî bi bîr xist ku dewletên Rojavayî û aktîvîstên muxalîf yên Belarûsî ser hilbijartinên Belarûsê yên 2020’an gotine sexte ne û dijî wê tedbîr hatine ragihandin.

Peywendîyên Gurcistanê yên bi dewletên Rojavayî re di demên dawî de xirab bûn û Amerîka û dewletên Ewrupî hikûmeta Gurcistanê bi zordarî û nêzîkbûna ber bi Rûsyayê tawanbar kirin.

Hemwelatîyên Grucistanê ji 2017’an vir ve li herêma Schengen yên Ewrupa dikarin heta 90 rojan bê vîza bimînin.

Partîya Xewna Gurcîyan ya desthilatdar, tevî ku dibêje ew dixwaze Gurcistan bibe endama YE û NATO, ew di du salên dawî de jibo pêşvebirina peywendîyên bi Rûsya re ketiye hewleke xurt.

Serokwzîrê berê yê Gurcistanê Bidzina Ivanishvilli, ku wek mirovê herî xurt yê li wî welatî tê dîtin, dewletên Rojavayî bi gurkirina girjîya welatê wî û Rûsya tawanbar kir.

Ivanıshvii hefteya borî dîyar kir ku divê Tîflîs ser şerê 2008’an ya bi Rûsya re lêborînê re bixwaze.

Piştî wî şerê kindemî Moskowê du herêmên serhildêr yên Gurcîyan nas kiribûn.

YE dawîya sala borî statuya berbijarîyê da Gurcistanê, lê meha Hezîranê, piştî ku wê dewletê qanûna ser ajanên bîyan pejirandibû yekîtîyê ew pêşnîyaz sekinandibû.

Jêder: Reuters