Di Êrîşa Tirkiyê de li Şengalê 3 Endamên YBŞ'ê Jiyana Xwe ji Dest Didin

Endamên YBŞê

Çavkaniyeke hêzên ewlekariya Îraqê got, di êrîşa dironeka Tirkiyê de li devera Şingalê, 3 endamên hêzên Berxwedana Şingalê YBŞê, ya ku weke beşek ji Partiya karkerên Kurdistan (PKK)'ê tê dîtin, hatin kuştin.

Du çavkaniyên ewlekariyê gote Reuters, her 3 şervanên YBŞê di otombêlekê de bûn dema ber bi êrîşa dironê ketîn.

Demek dirêje Tirkiyê dest bi van renge êrîşan kirî di Îraq û Sûriyê de li dijî hêzên PKK, YBŞ û YPG yekeyên Parastina Gel li Sûriyê, kû Enqere wan hêzan wek "terorist" dide naskirin.

Derbarê êrîşa drona Tirkiyê li Şengalê ajansa Firat (ANF) ya nêzî kurdan û tevgera PKKê dide zanîn ku YBŞê li dor êrîşê daxuyanîyek weşand dibêje, "firokên Tirkiyê yên bê firokevan Yekşemê li dora demjimêr 3:50 trombîleke hêzên me kire armanc û Sê kes şehîd kirin".

Daxuyanî dîsan dibêje"Armanc ji van êrîşên Tirkiyê têkbirina aştiya li Şengalê ye da ku gelê me jî nikare vegere ser warên xwe."