Çîn Bang li Welatên Rojavayî Dike ku Toleyên Dijî Sûrîyê Rakin

Dîmeneke ji civîna Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Sûrîyê Beşar Esad li bajarê Hangzhou, 22 Îlon, 2023,

Serokê Çînê Xi Jinping îro Înê bang li welatên Rojavayî kir ku toleyên li ser Sûrîyê rakin.

Xi, ev daxuyanîya girîng piştî hevdîtina bi serokê Sûrî Beşar Esad, ku bi salan e di qada dîplomasîya navneteweyî tenê maye, da.

"Çîn dijî destwerdana hêzên derve ya karên navxweyî yên Sûrîyê ye û bang li hemû welatên têkildar dike ku toleyên yekalî yên neqanûnî dijî Sûrîyê rakin."

Xi herwiha got ku bi bilindkirina asta hevkarîya stratejîk Çîn wê jibo jinûveavakirina aborîya wêranbûyî û çareserîya alozîyên navxweyî alîkarîya Sûrîyê bike.

Di dîplomasiya Çînî de, "hevkarîya stratejîk" tê wateya hevrêzîya nêzîktir ya ser kiryarên herêmî, navneteweyî û qada leşkerî ye û yek derece ji asta herî bilind, "hevkarîy stratejîk ya berfireh" nizimtir.

"Îro emê bi hev re hevkarîyeke stratejîk ya Çîn û Sûrîyê ragihînin, ku di dîroka têkilîyên dualî de wê bibe qonaxeke girîng," Xi ji Esad re got.

Şîrovekar civîna her du serokan ya li bajarê Hangzhou yê Çînê îro pişt nîvro çêbû, bo vegera qada cîhanî ya Esad wek pêşketineke dinirxînin.

Tê pêşbînî kirin ku piştgirîya Xi, divê hewilên Esad yên bo vegera li qada siyaseta derve, xûrt bike.

"Bi rûbirûmayîna bêaramî û nedîyar ya rewşeke navneteweyî, Çîn amade ye ku bi Sûrîyê re kar bike, hevkarîya dostane pêş bixe, û bi hev re berevanîya dadmendîya navneteweyî bike," Xi got.

Hevdem, şîrovekar dibêjin serdana Esad ya Çînê, derfetê dide Pekînê ku berjewendîyên xwe yên stratejîk li Rojhilata Navîn pêşde bibe, ku jixwe li wê heremê bi Îran û Erebistana Saudî re hevkarîyê dike.

Sûrîye di 2022’an de beşdarî Înîsiyatîfa Kember û Rê ya Çînê bû û di Gulana îsal de jî jinûve hat qebûlkirinê Yekîtîya Ereban.

Toleyên Rojava yên dijî Sûrîyê bi berdewamî tundtir dibin, ji destpêka şerê navxweyî ku di 2011’an de bi tepeserkirina xwepêşandanan destpê kir û bû sedema kuştina bi sed hezaran kesan û koçberkirina bi mîlyonan.

Hikûmeta Esed ya ku Rûsya û Îran piştgirîyê dikin, niha piranîya axa Sûrîyê kontrol dike û di salên dawî de têkilîyên xwe bi cîranên Ereb re jinûve saz kir ku berê pişta hevrikên wî digirtin.

Serdana Esad ya herî dawî û tekane bo Çînê di 2004’an de pêk hatibû, salek piştî êrîşa Amerîka ya dijî Îraqa cîran û di demekê de ku Washington ser Sûrîyê givaştin dikir.

Jêder: Reuters, AFP