Komîteya Perwerdeê ya herêma Efrînê şahîyeke derçûnê jibo xwendekarên serkeftî yên refa sisêyan di qonaxa amadehî de anku bakelorya (lîse), pêk anî.
Di şahîyê de ku li penageha Şehba bi rê ve çû, xwendekarên serkeftî di her du beşên wêjeyî û zanistî de bawernamya bakelorya wergirtin, herwiha dîyarî li wan hatin belav kirin.
Derbara derçûna xwendekaran de mamoste Erûbe Ebd dîyar kir ku, 136 xwendekar di beşa wêjeyî de û 106 di beşa zanistî de bawernameya bakelorya wergirtine.
“Me xwest keda xwendekarên xwe xelat bikin, loma me şahîyek jibo wan li dar xist, ku tevî hemû zehmetî û astengîyan wan karîbû bi zimanê xwe yê Kurdî xwendina xwe temam bikin û bi serkevin,” Ebd got.
Xwendekarên serketî bi coş û moral bawernameyên xwe wergirtin ku keda 12 salan bi encam bû.
Xwendekar Biharîn Mihemed ku di beşa zainstî de bi serketî ye hestên xwe anîn ziman: “Tevî hemû zehmetîyên koçberîyê û rewşa şer, ku ne li gor pêdivîyên xwendinê ye, lê bi vîna xwe me kanîbû xwendina xwe bi awayekî serketî dewam bikin”.
Xwendekar Cemal Xelîl, ku bi rêjeyeke pir baş bi serket, pêşbînî dike ku ewê di qonaxa siberoja ya xwendina bilind de jî serketî be. Ew dixwaze wêjeya Kurdî bixwîne.
“Piştî destxisitna bakalorîya em derbaz qonaxeke nû dibin, bi xwendina wêjeya Kurdî ez dixwazim pirtir nêzîk civakê bim. Çiqas zor û zehmetî hebin jî vîna me naşkînin û emê her berdewam bikin”.
Xwendekarên bakalorîya wergirtine wê li beşên peymangeha li herêma Şehba li Zanîngeha li Rojava herêma Cizîrê û li Zanîngeha Kobanê xwendina xwe bidomînin..
Xwendekar Ranya Weys dibêje ku ewê li zanîngehê beşa wergerandinê bixwîne. "Ez dixwazim zimanekî biyanî fêr bibim û piştre ezê di beşeke teknolojî de bixwînim, ku di serdema me de ew pir pêdivî ye,” Weys dibêje.
Hêjayî bi bîr xisitnê ye ku rêbaza xwendinê li penageha Şehba ya Rêvebirîya Xweser e, ku xwendekarên Efrînî yên derbider ji çar salan de bi zimanê dayîkê fêrbûna xwe didomînin.
Hêjayî balkişandinê ye ku li gor komîteya perwerdeyê 15 hezar xwendekarên Kurd di her sê qonaxên perwerdeyê de hene.
Your browser doesn’t support HTML5