Rêxistinên mirovî yên bakur û rojhilta Sûrîyê radigihînin ku ji destpêka sala 2021an û heta niha 21 bûyerên xwekuştinê qewimîne û herwiha 12 hewlên xwekuştinê jî hatine tomar kirin.
Ew rêxistinên mirovî dibêjin ku şerê Sûrîyê bandor li ser têkilîyên civakî, malbat û nifşên çiwanan bi taybetî kiriye ku hestên dilşikestinê û bêhêvîbûn di nava ciwanan de kûr bûye
Berpirsa Ofîsa Zagonî ya Rêxistina Sara ya Dijî Tûndîya Ser Jinê Arzo Temo dibêje ku piranîya kesên ku dawî li jîyanên xwe anîne yan hewlêaxwekuştinê kirine, ciwan in.
Neda, ku hewil daye xwe bûkuje, lê di kêlîyên dawî de biryara xwe guhertiye dibêje ku rewşa derbiderîyê ji alîkî de û hindakirina malbatê bi taybetî dê û bav, bandor li ser rewşa wê ya derûnî kir.
Endama Rêxistina Jîyan ya Mafê Mirovan û pispora derûnî Ciwana Berkat jî dibêje ku piranîya hewlê xwekuştinê kirine jin in, lê vîna xwekuştinê ya zilaman bihêztir e.
Lîloz Hisên, ku xwendekara Zanîngeha Rojava ye dibêje ku rewşa aborî bandoreke mezin ser ciwanên xwendekar li zanîngehê dike.
Rojnamevan Xanim Ahmed jî dibêje ku malbat berpirsa yekê di rewşa xwekuştina ciwanan de ye, bi taybetî dema ku malbat ne ser hev be.
Mehmûd bavê çar zarokan e ku temenê wan di navbera 16 û 22 de ne. Ew dibêje ku divê rojane bav û dê têkilî bi zarokên xwe re bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin.
Rêxistinên Rirovî dide zanîn ku piraniya rewşên xwekuştinê jin in û niha tenê li navendeke saxlemîyê dora 20 rizgarbûyên hewlên xwekuştinê têne derman kirin.
Your browser doesn’t support HTML5