Xi Jinping û Vladamir Putin li Ozbekistanê Civyan

Russia China

Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê li bajarê Semerkand ya Ozbekistanê civyan, da ku şerê li Ukrayna, alozîyên li ser Taywanê û xurtkirina hevkarîya di navbera her du hêza mezin ya cîhanê gotûbêj bikin.

" Çîn dilxwaz e ku bi Rûsya re wek mezin bixebite, da ku berpirsîyarîya rola hêzên mezin ya serekî bilîze û nîşan bide da ku aramî û enerjîya erênî bîne cîhanê, ya ku jiber alozîya civakî diheje," Xi got.

Sokê Rûsya Vladimir Putin jî di axaftina xwe de sîpasîya Xi kir jiber helwesta Çînêya di derbarê şerê li Ukrayna de.

" Em bi sedema helwesta hevseng ya dostê xwe yên Çînî gelek sipasdar in, ya di derbarê krîza Ukrayna de," Putin.

Putin ser kêşeya Taywanê jî piştgirîya Moskowê ya bo Çînê dubare kir.

Serokê Rûsî herwiha di axaftina xwe de Amerîka rexne kir, ku bo piştgirîkirina Ukrayna û hevdem bo toleyên ser Rûsya pêşengîyê dike.

"Hewldanên bo afirandina cîhaneke bi yek cemserî – alî, di van demên dawî de şeklekî gemarî girtiye û bi qet nayên qebûlkirin," Putin got.

Putin bi berdewamî ser kêşeya Taywanê jî piştgirîya Moskowê ya bo Pekînê dubare kir, piştî ku komîteyeke Senatoya Amerîkî do Çarşemê gav avêt, bo bi milyaran dolarî alîkarîya leşkerî ya rasterast pêşkêşê Taywanê bike.

"Em girêdayî prensîba yek Çînê ya yekbûyî ne. Em provokasyona Amerîka û alîgirên wan yên li Tengava Taywanê şermezar dikin," Putin got.

Civîna li semarkand yekem hevdîtina kesane ya di navbera her du rêberan de bû, ji dema ku Putin û Xi di destpêka Sibatê de bo Lîstikên Olîmpiyadê yên Zivistanê hatin ba hev, çend roj berîya ku rêberê Rûsî dest bi êrîşa leşkerî ya li Ukrayna bike.

Pispor dibêjin ku Kremlîn hilcivîna Rêxistina Hevkarîya Şangayê (SCO) Semerkand Semerkand bo berjewendîya xwe bi kar tîne û hewl dide ku hilcivînê hemberî toleyên navneteweyî yên Rojavayî wek alternatîf nîşan bide.

SCO -- ji Çîn, Hindistan, Pakistan, Rûsya û welatên Asya Navîn yên berê yên Sovyetê, Kazakistan, Qirqîzistan, Tacikistan û Ozbekistanê pêk tê -- di sala 2001'an de weke, rêxistineke siyasî, aborî û ewlekarî bi armanca dijberîya sazîyên Rojavayî hat damezrandin.

Bilî serok û reberên van welatan e, serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan jî beşdarî Hilcivîna SCO ya li Semerkand, Ozbekistanê dibin.

Putin îro Pêncşemê bi rêberên Kirgizîstan û Tirkmenîstanê re, herwiha bi Reîsî û serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re hevdîtin kir.