Serokê Çînê Gera Xwe ya Brîtanya Didomîne

Serokê Çînê Xi Jinping ku gera xwe ya Britanî didomîne, îro Sêşemê li parlemana wî welatî axaftinek kir û behsa peywendîyên dualî kir.

Demeke zûtir jî, Qralîçe Elizabeth di merasîmeke buhagiran de, li Qesra Buckingham xêrhatina Jinping kir.

Di serdana çar rojan de, li ber e serokê Çînê sibe Çarşemê di xwarina şevê de ligel Serokwezîrê Britanî David Cameron kom be û hevdîtinên ser baştirkirina peywendîyên aborî hevdîtinan bike.

Ofîsa serokwezîr Cameron ragihand ku di nav vê serdanê de peymanên bi buhayê 46 mîlyar dolaran bêne îmza kirin û Brîtanya û Çîn hevkarîya li ser çerê dijî terorîzm û tundrêbûnê jî gotûbêj bikin.

Hêjayî balkişandinê ye, rêxistinên mafên mirovan rexne li hikûmeta Brîtanî dikin ku hember rewşa xirab ya mafên mirovan li Çînê bê deng dimîne. Ew bang li Cameron dike ku rewûa mafên mirovan jî bîne rojava gotûbêjan