Li Sudanê Şerê Kolanan Û Êrîşên Esmanî Didomin

Dûman ji bajarê Xertûm Paytexta Sudanê jiber şerê navxweyî bilind dibe.

Pêlên dûmanê yên ku ji ber êrîşên esmanî û şerên giran roja Sêşemê esîmanê paytexta Sûdanê bajarê Xartûmê girtibûn.

Dîmenên televizyona El-Arebiye dema êrîşa hewayî ya li nêzî pireke bajêr nîşan didin, di encamê de erd diheje û toz û dûman ber bi esman ve bilind dibe.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (UN) zêdetirî 185 kes di van çend rojan de hatine kuştin û zêdetirî 1800 kes jî birîndar bûne. li gor amarên şerê berdewam van çend rojan de di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de.

Dibe ku hejmara miriyan pir zêdetir be ji ber ku li Xertûmê gelek laş li kolanan hene, nemaze li derdora navenda bajêr, ku ji ber pevçûnan kes nikare xwe bigihîne laşên miriyan.

Her du alîyîn şerker li herêmên qelebalix tank, top û çekên din yên giran bikar tînin.
Jêder: AP