Keko Osman: Xelîl Sasonî Kesekî Nirxbilind û Kurdperwerekî Mezin Bû

Helbestvanê Kurd Xelîl Mihemed Elî Ûnis (Sasonî) yek ji helbestvanên Kurd ku neketin ber roniyê û berhemên wan nehatin çapkirin, tevî nêzîkbûna wî ji helbestvanê mezin Cegerxwîn re, lê wê xwe dabû ber siyê û li navê xwe negeriya.

Keko Osman

Di vê xeleka taybet de ji Deng û Reng, me hevpeyvînek bi nivîskar Keko Osman re kir, ku di rojên dawî de ji jiyana Xelîl Sasonî ve, ew gelekî nêzîkî wî bû û bi kedeke mezin li ser dîwana wî ya bi navê (Şîpek ji berfa Meretê) kar dikir da ku ew roniyê bibîne berî koça dawî ya mamoste Xelîl.

Keko Osman

Nivîskar Keko Osman ji Qamişlo ye, lê ji ber rewşa ne aram wî berê xwe da Batmanê li bakûrê Kurdistanê û li wir bi cî bûye.

Keko û hin hevalên xwe, li Batmanê dest bi çalakiyên çandî û rewşenbîrî kirin û bi biryar dest bi karê ser dîwana mamoste Xelîl kirin.

"Kesayetekî nerim, mirovhez û welatperwerekî mezin bû. Divê ku ew neyê jibîrkirin û berhemên wî di weşanxaneyên kurdî de cihê xwe bigire."

Your browser doesn’t support HTML5

Deng u Reng- Keko Osman-12-19-2017-LA