Ajansa nûçeyan ya Reutersê piştrast kir ku yek ji kujerên gumanbar yê rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqçî îro Sêşemê li firokxaneya Roissy ya li nêzî Parîsê hatiye desteser kirin.
Karbidestan ragihandin ev kes berîya li balafira ku diçû Rîyadê siwar be, hatiye girtin.
Reutersê ev piştraskirina ji zarê jêderekî polîs û yek yê dadwerî ragihand.
Jêderê polîs nasnameya kesê hatiye desteser kirin, bi navê Xalîd Aedh El-Otaibî yê ku Nobedarê berê yê Qralîyeta Erebîstana Saudî ye, eşkere kir.
El-Otaibî jiber îdayên tevlîbûna kuştina Xaşiqcî di lîsteya toleyên Brîtanya-Îngiltere de cîh di girt.
Di rapora Ofîsa Pêkanîna Toleyên Darayî ya Brîtanyayê de tê gotin ku “ El-Otaibî di 2’yê Cotmeha 2018’an de li Stenbolê tevlî kuştina neqanûnî ya Cemal Xaşiqçî bûye, wek endamê ji tîma 15 kesan yên ku ji hêla karbidestên Saudî ve hatine şandinê Tirkîyê.
Jederê polîs ji Reutersê re da zanîn ku El-Otaibî ser bingeha fermana girtinê ya Tirkîyê ya di 2019'an de, hatiye desteser kirin.
Hevdem, jêderê dadwerî jî girtina El-Otaibî ya ser bingeha biryara girtinê ya Tirkîyê piştrast kir.
Heman jêderê da zanîn ku karbidest di pêyvajoya piştrastkirina nasnameya wî de ne û her wiha hîn zû ye ku mirov bêje heke radestkirin pêk were yan dema wê bizanibe.
Dozgerên Fransî dê niha jibo radestkirina îhtîmala wi ji Tirkîyê, dest bi pêyvajoyê bikin.
Hevdem, ew di lîsteya Fransa ya lêgerînê de jî bû.
Ne dîyar e ku El-Otaibî çawa û kengî gehîştiye Fransayê.
Wezareta Karên Navxwe ya Fransa û Balyozxaneya Erebîstana Saudî ya li Parîsê heya niha ser bûyerê daxuyanî nedane.
Ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Erebistana Saudî (CIC) jî heya niha bersîva daxwaza Reutersê ya şîrovekirinê, nedaye.
Girtina El-Otaibî ji alîyê rexistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) ve hat pêşwazî kirin.
Serokê medyay ê yê RSF'ê Christophe Deloire dîyar kir ku ev nûçeyeke pir baş e ku polîsên Fransî çavên xwe ji hebûna Xalid El-Otaibî ya li ser axa xwe yaneteweyî negirtine.
"Di herî dawîyê de berpirsekê sereke ku dikare biaxife," Deloire got.
Rojnamevan Cemal Xaşiqcî Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman yê Erebistana Saudî bû.
Xaşiqcî 2’yê Cotmeha 2018’an de ketibû avahîya Konsulxaneya Erebistana Saudî ya li Stenbolê û dûre ji wir derneketibû.
Piştre hatibû fehm kirin ku Xaşiqcî di avahîyê de hatiye kuştin, lê termê wî hîn nehatiye dîtin.