Xameneyî Xwepêşenderên Îran bi Tundî Hişyar Dike

Dîmeneke ji Xwepêşendanên li Îranê, 19 Îlon,2022.

Rêberê Bilind yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî îro Înê got ku ne hedê ti kesî ye ku hizira têkbirina Komara Îslamî bike.

Wî îdia kir ku Komara Îslamî ya Îranê dareke xurt e ku nayê hejandin.

"Ew şitila Komara Îslamî ya Îranê niha bûye dareke hêzdar e. Bila ti kes cesaret neke ku wê darê ji kokê rake."

Çavder dibêjin ku daxuyanîyên îro yên ji destpêka xwepêşandanên li serenserî Îranê vir ve hişyarîya herî tund ya dijî xwepêşanderan e.

Hejayê gotinê ye ku ji 16'ê Îlonê vir ve, jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî, li seranserê Îranê û bi taybet jî li eyaleta Kurdistanê xwepêşandanên girseyî didomin ku bi beşdarîya tevahîya pêkhatîyên li welêt pêk tên.

Di xwepêşandanan de bi qirînên wek "Mirin ji dîktator re", "Mirin bo Komara Îslamî" xwepêşender herî serekî daxwaza têkçûna rejîma olî ya dewleta Îranê dikin û têkbirina Xameneyî dixwazin.

Vîdyoyên medyaya civakî yên îro nîşan didin ku xwepêşander bi qirînên "mirin ji dîktator re" li kolanên Ahvaz ya paytexta Xuzistanê dimeşin.

Di heman vîdyoyan de tê dîtin ku hêzên milîsên Besîc yên dewlata Îranê bi motorsîkletan xwepêşandaran asteng dikin.

Rexistinên mafên mirovan didin zanîn ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve herî kêm 201 kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnest International) jî îro ragihand ku di xwepêşandanan heya niha de herî kêm 23 zarok ji hêla hêzên Îranê ve hatine kuştin.