Bertekên Navnetewî Yên Li Dor Şerê Di Navbera Îsraîl Û Hamasê De

Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê

Wezîrê derve Anthony Blinken di daxuyanîyeke derbarê mijarê de wiha got: "Tu carî ji terorê re bihaneyek tune. Em bi hikûmet û gelê Îsraîl re hevxem in û xemgînîya xwe ji bo Îsraîliyên ku ji ber van êrîşan jiyana xwe ji dest dane der dibirin."

Wezîrê berevaniyê Lloyd Austin got ku wezareta berevaniyê dê di rojên pêş de kar bike da ku Îsraîl her tiştê pêwîst bidest bixe ji bo parastina xwe û sivîlan ji tundûtûjiyê û terorê.

Neteweyên Yekbûyî

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk got, "Ev êrîş bandoreke metirsîdar li sivîlên Îsraîlê dike û divê sivîl ti carî neyên armanckirin."

Ajansa fermi ya nûçeyan Wefa ji ser zarê serokê rêveberiya Filistînê Mahmud Abbas ragihand ku gotiye "gelê Filistînê mafê parastina xwe li dijî terora niştecihan û leşkerên dagirker heye."

Îran

Ajansa fermî ya nûçeyanya Îranê ISNA ragihand ku şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî roja Şemiyê pîrozbahî li çekdarên Filistînî kir. Ajansê li ser zarê Yehya Rehîm Sefewî got: "Em li gel Filistiyan in heta ku Filistin û Quds azad bibin."

Televizyona Îranê vîdyoyek belav kir û tê de endamên parlemanê li ser kursiyan radiwestin û durişma " Mirin ji bo Îsraîlê " dibêjin.

Yekîtiya Ewropayê

Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell got ku bikaranîna sivîlan wek rehîne binpêkirineke eşkere ya hemû yasayan e. Ez ê bi hemû hêza xwe hewla azadkirina wan bidim. Wî got, ew diçe Mesqeta Emmanê, ji bo ku bi hevtayên xwe yên Ereb re bicive.

"Di vê kêliya xemgîn de, em girîngiya xebatê ji bo aştiyek mayînde û seqamgîr bi riya xurtkirina hewlên di pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn de bi bîr tînin," wî got.

Seroka komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen got, "Ez êrîşa terorîstên Hamasê ya li dijî Îsraîlê bi tundî şermezar dikim. Ev terorîzma herî nefret e."

Brîtanya

Wezîrê derve James Cleverley got: "Brîtanya êrîşên hovane yên Hamasê yên li ser sivîlên Îsraîlê şermezar dike." Brîtanya her tim piştgirî daye mafê xweparastinê yê Îsraîlê.

Tirkiyê

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em bang li hemû aliyan dikin ku li ber xwe bidin."

Rûsya

Alîkarê wezîrê derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov diyar kir ku Rûsya bi Îsraîl, Filistîn û welatên Ereb re ji bo kêmkirina nakokiyên Îsraîl û Filistînê di nava têkiliyê de ye û banga xweragirtinê kir.

Ukrayna

Serokê Ukraynayê Vlodimir Zelenskyy êrîşên li ser Îsraîlê wek "êrîşên terorîstî" şermezar kir û got bê guman mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze.

Hizbullaha Lubnanê

Grûpa Hizbullaha Lubnanî ya ku Îran piştgirîya wê dike, û dijmina tund a Îsraîlê ye, got wê têkilî rasterast bi rêveberiya "berxwedana Filistînê" re çêkiriye, û ew êrîş wek bersiveke bibiryar ji "berdewamiya dagirkeriya Îsraîlê re" û peyamek ji kesên ku li normalîzekirinê digerin bi nav kir.