Li gor raporta Serwerîya Hiqûqê ya sala 2023’an ku ji alîyê Projeya Dadwerî ya Cîhanê (World Justice Project) ve hatîye amadekirin, Tirkîye di nav 142 welatan de bi 0,41 puan di rêza 117’an de cîh digire.
Wek herêm, Tirkîye di kategorîya Ewrupaya Rojhilat û Asyayê de di nav 15 welatan de di rêza herî dawî de ye.
Komela Mafên Mirov (ÎHD) di dawîya her salê de li ser Tirkîyê raportan diweşîne. Li gor raportên ÎHD’ê jî, encamên ku derdikevin wek yên Projeya Dadwerî ya Cîhanê ye.
Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Halîl Îbrahîm Vargûn ev raporta Projeya Dadwerîyê ya Cîhanê ji Dengê Amerîka re rave kir û got ku polîtikayên hikûmeta Tirkîyê û sîyaseta ku desthilat dişopîne van encaman derdixîne holê.
“Di nav 7-8 salên dawî de polîtîkayên desthilatîyê yên îdyolojîk ji vê bêhiqûqîyê re rê vekirîye û ji dewleta hiqûqbûnê dûr xistîye. Me jî di gelek raportên xwe de heman encam weşandine. Di raporta Projeya Dadwerî ya Cîhanê jî em vê yekê dibînin. Ev tiştekî normal nîne, tiştekî anormal e, lê mixabin li Tirkîyê bêhiqûqî êdî bûye normal.”
Li gor endeksa vê raportê, Tirkîye di bin navê Sînordarkirina Desthilatdarîya Hikûmetê de rêza 137, di Têkoşîna Bêrêtîyê de rêza 77, di Rêvebirîya Zelal de rêza 107, di Maf û Azadîyên Bingehîn de rêza 133, di Dadwerî li Dadgehên Qanûnî de rêza 119 û di Dadwerî Di Dadgehên Cezayê de jî di rêza 107’an de cîh digire.
Raporta Endeksa Serwerîya Hiqûqê dîyar dike ku Tirkîyê di bin Nîjer, Sîera Leonî, Guatemala, Madagascar, Angola û Kolombîya de ye.
Ev raport di nav sazîyên hiqûqê de jî tê gotûbêjkirin. Endamê Baroya Enqerê, parêzer Emrah Altinugur, ji Dengê Amerîka re got ku encama vê raportê wek rastîya Tirkîyê dîyar dike.
“Mixabin sedema vê gelek eşkere ye. Çend roj berê biryara Qanûna Bingehîn nehat cîhanîn. Di zagonan de her tişt bi zelalî dîyarkirî ye û ev yek her kesî eleqeder dike. Lê, em dibînin ku makezagon nayê cîhanîn û ew jî Tirkîyê di rêza serwerîya hiqûqê de paşve dixe û dike rêza dawî.”
Li Tirkîyê Komela Lêkolînên Azadîyê bi Projeya Dadwerî ya Cîhanê re di sala 2012’an vir de Endeksa Serwerîya Hiqûqê amade dike. Li gor vê komelyê jî, hiqûqa Tirkîyê di warê serwerîyê de zarareke mezin dîtîye.
Your browser doesn’t support HTML5