Di Êrîşa Çekdarî ya Ser Xwendingeheke Mesîhî de 5 Kes li Wisconsin Hatine Kuştin

Karbidestên Amerîkî îro Duşemê ragihand ku di encama gulereşandinekê de 5 kes li xwendingehekê hatine kuştin û zarokek ku bû sedema êrîşê ji di nav de hinekên din jî birîndar bûn.

Berpirsê polîsên Madisonê, Shon Barnes ji rojnamevanan re got ku jimara kuştîyan ku berê wek 3 hatibû ragihandin, dû re bû 5 kes.

Wî ti hûrgilî li ser qurbanîyan neda, lê got ku jimareke kesên din di gulebarana li xwendingeha taybet ya Mesîhîyan ya Abundant Life de birîndar bûne.

Barnes got ku polîsên ku gihêştina cîhê bûyerê çekên xwe nexebitandine û wan piştî nîvro rêyên dora xwendingehê dorpêç kirine.

Karmendên federalî jî gihêştin cîhê bûyerê ku alîkarîya polîsên xwecîhî bikin.

Walîyê Wisconsin Tony Evers bi daxuyanîyekê got ku ew jibo zarok, perwerdekar û tevahîya xebatkarên xwendingeha Abundant Life dua dikin û ji tîmên hawarçûnê re spas dikin ku xwe gîhandina cîhê êrîşê.

Malpera Xwendingeha Mesîhî ya Abundant Life radigihîne ku ew ji hemî Krîstîyanan re vekirî ye û nêzî 390 xwendekarên wê hene û ji baxçeyê zarokan heta lîseyê xizmeta perwerdeyê dide.

Jêder: VOA