Di Olîmpîyatên Zivistanê de Serketina Sporvanên Amerîkî Didome

Nathan Chen piştî wergirtina medalîya zêr di pêşbirka şimitîna hunerî de.

Lîstikvanê Amerîkî Nathan Chen îro Pêncşemê medalya zêr di pêşbirka şimitîna hunerî (artisctic skating) de li Olîmpîyatên Zivistanê yê Pekînê wergirt.

Bi vê destkeinê, Cheng bû sporvanê Amerîkî yê yekê ji sala 2010'an ve ku di vê pêşbirkê de bi ser dikeve.

Di rêza duyê de lîstikvanê Japonî Yuma Kagiyama medalya zîv stand û medalya bronz jî bû para lîstikvanê din yê Japonî Shoma Uno.

Lîstikvanê Japonî Yuzuru Hanyu, ku du caran medalya zêrîn di vê pêşbirkê de standîye, îsal di rêza çaran de hat.

Di Olîmpîyatên 2018'an de, dihate çaverê kirin ku Chen encama baş bi dest bixîne, lê performansa wî ne zêde baş bû û wî tenê dikarîbû di rêza pêncan de cîh bigire.

Lê, piştî serketina xwe ya Pêncşemê, Chen got ku ew bi vê medalîyê pir kêfxweş bû.

Di pêşbirka şimitîna ser berfê de, lîstikvana Amerîkî Chloe Kim dîsa medalya zêr bi dest xist. Kim di sala 2018'an de jî ew medalî bi dest xistibû.

Di rêza duyê de lîstikvana Îspanî Queralt Castellet medalya û di rêza sêyan de lîstikvana Japonî Sena Tomita medalya bronz wergirt.

Di pêşbirka şimitîna berjêrî ya Alphine de jî, lîstikvanê Austrayayî Johannes Strolz îro Pêncşemê medalya zêr stand.

Lîstikvanê Norwecî Aleksander Aamodt Kilde jî medalya zîv bidest û di rêza sêyan de Jack Crawford yê Kanadî medalya bronz wergirt.