Wezîrê saxlemî yê Tirkîyê îro Înê ragihand ku di şewata ku li gundên navbera navçeyên Çinarê ya Amedê û Şemrexê ya Mêrdînê de, 11 kes mirine û 78 kes jî birîndar bûne.
Fahrettîn Koca got ku 6 kes li nexweşxaneyên Amed û Rihayê têne derman kirin ku rewşa wan giran e.
Diyarbakır’ın Çınar ilçesinin Köksalan mahallesi ve Yazçiçeği köyü ile Mardin’in Mazıdağı ilçesi Yücebağ ve Yetkinler köyünde dün akşam meydana gelen yangın sebebi ile 11 kişi hayatını kaybetti, 78 kişi yangından etkilendi. Hayatını kaybedenlere Allah’tan rahmet diliyorum,…
— Dr. Fahrettin Koca (@drfahrettinkoca) June 21, 2024
Koca herwiha ragihand ku şewat hatiye vemirandin û niha xebatên piştre berdewam dikin.
Şaredarîya bajarê Amadê jî dîyar kir ku bi tîmên agirkûjîyê û rizgarkirinê hewl daye ku şewatê vemirîne.
Şaredarîyê got ku di şewatê de 66 km li herêmê zîyan dîtîye û karbidestên wê peydakirina pêdivîyên mirovahî kordîne dikin.
Büyükşehir Belediyesi Tüm Birimleriyle SahadaDiyarbakır Büyükşehir Belediyesi, 66 kilometrelik alanın etkilendiği Çınar ile Mazıdağı ilçeleri arasındaki yangına ilk andan itibaren 6 itfaiye aracı ve 60 personelle müdahalede bulundu. Eş Başkanlar Serra Bucak ve Doğan Hatun’un… pic.twitter.com/gLlQlSbHbW
— Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi (@diyarbakirbld) June 21, 2024
Li gor daxuyanîya Şaredarîya Amadê, di şewatê de bi sedan ajal jî mirine û gelek ajalên birîndar bûne têne derman kirin.
Herwiha, 50 donim zevîyên çandiniyê yên herdu herêman wêran bûne û zîyaneke mezin dîtine.
Bajarên Mêrdîn, Wan, Batman û yên navçeyên li herêmê jî ragihandin ku tîmên şaredarîyên wan beşdarî xebatên vemirandina şewatê bûne.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ragihand ku Serdozgerîya Çinarê derbarê bûyerê lêpirsîn daye destpê kirin.
Şewat ji gundê Tobiniyê yê Çinarê destpê kiriye û li gundên Têznê, Hatdirînê, Reşan, Dêrê, Kelekê, Herberê û Bexcayê yên bi ser Şemrexê ve belav bûye û heta ber Bendava Goksuyê berfireh bûye.
Herêmên ku ji şewata navbera Amed û Mêrdînê de bandor bûne
Dîmenên xemgîn yên ser medya civakî nîşan didin ku şewat li herêmeke mezin belav dibe, ku bi şev ezman ronî dike. Di Şewata Gundên Navbera Amed û Mêrdînê de 11 Kes Mirine
Dîmenên serê sibê nîşan didin şewatê qadên mezin yên zêvîyan wêran û reşkirî hiştiye.
Dîmenek piştî vemirandina şewatê
Walîyê Amedê Alî Îhsan Su got ku şewat sibeha îro Înê hatiye vemirandin.
Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya, sedema şewata ku roja Pêncşemê bi şev destpêkir wek jiber şewitandina bermahîyên nebatê eşkere kir û got ku bi bayê xurt belav bûye.
Lê hejmareke gundîyên şahid nerazîbûn ser daxuyanîyên karbidestan dan.
Gundîyên herêmê ji medya re gotin ku şewata wêranker jiber ketina têlên elektrîkê yên bi salan e nehatine nûkirin derketiye. Piştre, jiber ba şewat demûdest li herêmê belav bûye.
Di seatên ku şewat didomîya de, DEM Partî jî li ser platforma X’ê serederîyaa karbidestên hikûmetê wek "dereng û kêm" rexne kir.
DEM Partî herwiha ji hikûmetê daxwaz kir ku bi helîkopteran bombeyên avê bişîne, û got ku xebatên vemirandinê ji erdê "ne bes in."
Mardin-Diyarbakır arasındaki kırsal alanda çıkan yangın rüzgarın da etkisiyle yerleşim alanlarına sıçrayacak kadar büyümüş durumda. Yurttaşlar can kayıpları ve yaralıların olduğunu dile getiriyor. Şu ana kadar karadan yapılan müdahele yetersiz kalıyor. Yetkililer zaman… pic.twitter.com/d4uAPffsmg
— DEM Parti (@DEMGenelMerkezi) June 20, 2024
Gelek hunermend û siyasetvanên ji herêmê jî li ser platforma X'ê ragihandin ku hikûmet girîngîyê nade vemirandina şewatê û herwiha jibo xebata zêdetir û xurt bang kirin.
Baroya Amadê jî serî li Serdozgerîya Çinarê xist, ku jibo destnîşankirina sedama şewatê û bi îdiaya ku destwerdana hikûmetê dereng maye de lêpirsîneke bi bandor were destpê kirin.