Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Duşemê dîyar kir ku sazîya N.Y. jiber zêdebûna bûyerên vîrusa korona yên bi taybet jî li Ewrupa û Amerîkaya Bakur pir bi fîkar e, û got ku karmend û sîstemên saxlemîyê pir têne zor kirin ku ber bi hilweşandinê diçin.
Hevdem, Ghebreyesus ser nûçeyên kelecanî yên peydakirina vaksînên COVID-19 de hêvîyên xwe anî ziman û got ku ew di derbarê rêk û alavên nû yên şerê hemberî pandemîya vîrusa korona yên di mehên bê de dibe ku derkevin holê d e xwedîyê geşbînîyeke hîşyardar e.
Serokê WHO Tedros jiber tekîlîya bi kesek ku bi COVID-19 ketibû re, wek tedbîrek bo 2 heftayan di karantînayê de bû û piştî vê peyvajoyê cara yekê hat avahîya navenda sereke ya WHO û bi rojnemvanan re peyivî.
Wî dazanîn ku ti nîşanên wî yên nexweşîyê pêknehatîye.
Berîya her tiştî, serokê WHO jibo karmendên lênihêrîna saxlemîyê yên li gelek welatan xemgînî û fîkarên xwe diyar kir.
Xebatkarên saxlemîyê bi sedema zêdebûna hejmara pêketîyên vîrusê yên li nexweşxaneyan û herwiha jiber carcaranan nexweşên COVID-19 bi balafirgehan dişînin nexweşxaneyên din, rûbirûyê zahmet û dijwarîyên mezin de ne.
Tedros ragihand ku wî testa xwe ya COVID-19 çênekirîye û got ku ew li gor rêgezên WHO ev ne pêwîste jiber ku laşê wî de, ti nişaneke xûya nekirîye.