Pisporên WHO ku Çûbûn Wuhanê ji Karantînê Derketin

Tîma pisporan ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê

Karantîna tîma pisporan ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO), ku di rojên borî de çûbû Wuhan ya Hubei ya Çînê, bi dawî bû.

Şandeya WHO dê li Wuhanê ser destpêka pandemîya vîrusa korona lêkolînan bike.

Rêvebirîya Çînê û WHO di serî de ser serdanê li hev nekiribûn, lê di dawîyê de Pekînê destûr dabû ku pisporên wê rêxistinê derbazî Wuhanê bibin.

Vîrusa korona di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhanê hatibû dîtin, lê karbidestên Çînê îdia dikin ku şewbê ji wir destpê nekiriye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê nişan didin ku li seranserê cîhanê heta niha dora 101 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 2,177,418 kes bi wê vîrusê mirine.