WHO Hişyar Dike ku Korona Dibe Sedemên Nexweşîyên Derûnî

Pisporên tendirustîyê yên Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) îro Pêncşemê got ku krîza nexweşîya derûnî derdikeve pêş jiber ku li seranserê cîhanê bi mîlyonan mirov jiber pandemîya COVID -19 dimirin, tenê dimînîn, xîzan û neçar dibin û jîyana wan dorpêç dibe.

"Tenêtî, tirs, nedîyarî û kêşeya aborî hemû sedemên alozîya derûnî ne. Tendirustîya derûnî û başîya hemî civakan bi tevahî di bin bandora wê krîzê da ne û divê bi lezgînî were çareser kirin,"," Devora Kestel, rêvebera beşa tendirustîya derûnî ya WHO got.

Wê di preskonferansekê de ji rojnamevanan re got ku zêdebûnek di hejmar û giranîya nexweşîyên derûnî da pêkan e û divê hikûmet di bersîvdanên xwe da girîngî bidin wê kêşeyê.

Rapor bal dikîşînin ku ser çend herêm û beşên cîvakê wekî biçûk, kesên cîwan ku ji hevalên xwe veqetîyane, karkerên tendirustîyê ku bi hezaran nexweşên tûşî vîrusa korona bûne yan jî jiwê nexweşîyê mirî dibînin di bin xetera alozîya derûnî de ne

Lêkolînên nû derdikevin jixwe bandora COVID-19 li ser tendirustîya derûnî li cîhanê nîşan didin.

Derûnîzan dibêjin ku zarok xemgîn in û li çend welatan bûyerên depresyonê û metirsîyê zêde dibin.

Tûndîtîya nava malê zêde dibe û xebatkarên tendirustîyê dibêjin ku pêwistîyeke mezin bo desteka derûnî heye.