WHO Bang li Ciwanan Dike ku Dijî Metirsîyên Vîrusa Korona Hişyar Bin

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bang li ciwanan kir ku dijî gefên vîrusa korona hişyar bin.

Seroke WHO’yê Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku ciwan jî dikarin bi vîrusê nexweş bikevin û bimirin.

Ghebreyesus di preskonferansa li Cenevrê de got ku ‘’Ciwan ne nemir in’’

Li gor daneyên dawî yên WHO’yê, vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li seranserê cîhanê 8778 kes kuştine û piranîya wan kal û pîr in.

Ew vîrusa ku di Berfanbara borî de li Çînê derketibû, ketiye canê 209,839 kesan.