WHO: Rewşa li Gaza Kêlî bi Kêlî Xirabtir Dibe

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê îro Sêşemê hişyarî da ku jiber êrîşên Îsraîlê yên li dora Xan Yûnis û Refahê rewşa li Gaza kêlî bi kêlî xirabtir dibe.

Nûnerê WHO yê li herêmên Filîstînê Richard Peeperkorn bi vîdeokonferansê ji rojnamevanan re got ku rewş ber bi cîhekî xirabtir ve diçe.

Peeperkorn dîyar kir ku li herêmên başûr, li Xan Yûnis û li Refahê bombebaranên berfireh didomin.

‘’Alîkarîya mirovahî ya ku tê Gaza pir hindik e, sîstema jibo xizmetên saxlemîyê sist bûye û fikaran çêdike. Ez dikarim eşkere bibêjim ku em felaketeke mirovahî re rûbirû mane’’

Wî got ku wan li ser banga Îsraîlê wan kelûpelên li depoyên li Xan Yûnis rakirine.

Karbidestê WHO dîyar kir ku ji wan re hatiye gotin ku herêma wan wê di rojên pêş de bibe qada pevçûnên dijwar.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus jî do Duşemê bang li Îsraîlê kiribû ku daxwaza xwe ya ser valakirina depoyan vekişîne, lê Îsraîlê ew daxwaz red kiribû.

Jêder: Reuters