WHO Dibêje Rîska Belavbûna Grîpa Çûkan ya Dervayê Amerîka Heye

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Sêşemê ragihand ku xeterîya belavbûna grîpa H5N1ya çûkan li mangeyên li welatên dervayê Amerîk jî heye û ew yek dikare bi rêya teyrên koçber pêk were.

Berpirsa Programa Influenza ya WHO, Wenqing Zhang, di civineke agahdarkinê de li Cenevrê got ku bi vîrusên ku teyrên cîguhertok bi xwe re dibin, dikare çêlekên li dewletên din jî nexweş bikin.

Lê, Zhang dîyar kir ku rîska vîrusê ya ser saxlemîya giştî ya civakî pir nizim e, li dîsa jî divê ew hişyar bin.

Wek bersîva pirseke ser helwesta şefafbûna Amerîkî ya derheqa vîrusê, Zhang pesna Washingtinê da ku hûrgilîyên genetîka vîrusê bi wan re parve kiriye û rewşa heyî tim ji wan re radigihîne.

Karbidestên Amerîkî lêkolînên xwe li ser ewlebûna şîr û goştên li bazaran didomînin, piştî ku di dawîya Adarê de li 9 eyaletan di 34 kêrîyên cihê yên heywanên şîrda de vîrusa H5N1 hatibû dîtin û li Teksasê jî 1 kes bi heman vîrusê katibû nexweşxaneyê.

Jêder: Reuters