WHO ji Tirkîyê Pêzanînên COVID-19 yên Hevseng Dixwaze

Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO)

Ofîsa Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) ya li Tirkîyê banga xwe ya ji bo ragihandina pêzanînên vîrusa korona yên li gor rêbaz û rêberîya WHO dubare kir ku "tedbîrên berhevkirina pêzanînên û bersivdayînê li hemberî pandemîyê li hev bîne."

Daxuyanî hat piştî ku wezîrê saxlemî ya Tirkîyê hejmarên rojane yên vîrusa korona ragihand û ew tenê nexweşên bi nîşanan wek peketîyan dihesibînin û bûyerên erênî yên bê nîşan nava r rêjayanda eşkere nakin, hate ragihandin.

WHO bûyerên erenî wiha amaje û dîyar dike: "Keseke bi pejirandina laboratuarê bi vîrusa COVID-19, ji bilî an bêyî nîşanên klînîkî."

Di daxuyanîya WHO de jiber zêdebûna kapasîteya testên vîrusa korona û şopandina têkiliyên peketinên vîrusê pesnê Tirkiyê tê ragihandin.

"Tirkîyê hemî bûyerên erênî yên COVID-19 bêyî ku nîşanên wan hebe, karantîna dike, " di daxuyanîyê tê gotin.

Bi berdewamî tê dîyar kirin ku WHO jibo baştirkirina ragîhandin û berhevkirina pêzanînan, tevî Tirkîyê bi tevahîya endaman rexistinê re, şewirmendîyê dike.

Pispor rastbûna bûyeran û hejmera mirîyan ku Tirkîyê di dema pandemîyê de ragihandîye, wek pirsek girîng neqaş û rexne dikin.