WHO Hişyarî Dide ku li Sudanê Gelek Mirênên Nû Çêbin

Karbidesteke payebilind ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Sêşemê got ku ger pêngavên demûdest neyên avêtin şerê li Sudanê dikare bibe sedema mirinên bê hejmar jiber ku birçîbûn û nexweşî li wî welatî belav dibin û xebatkarên alîkarîyê nikarin xwe bigihînin merivên hewcedar.

Rêvebira herêmî ya WHO, Hanan Balkhy li Qahîreyê got ku zarok û dayikên ku xwarin nakeve destê wan, jiber tunebpûna xizmetên saxlemîyê dimirin û kolera li gelek deverên welêt belav dibe û xebatkarên alîkarîyê bi dijwarîyên mezin re rûbirû dimînin.

Balkhy hişyarî da ku ger destwerdaneke lezgîn çênebe, pir gelek kes jber birçîbûn û nexweşîyan wê jîyanên xwe ji dest bidin.

Di çerê ku nêzî 18 meh in didome bûye sedema krîza herî mezin ya derbiderîya navxweyî ya cîhanê û pirtit ji 25 mîlyon kes anku nîvê nifûsa Sudanê bi lezûbezî hewceyî xwarin û xizmetên saxlemîyê ne.

Reuters bal dikşîne ku bi deh hezaran kuştî hene, lê hejmara piştraskirî ne dîyar in jiber ku kontrola Sudanê di navbera artêş û Hêzên Piştgirîya Lezgîn (RSF) ya hevrik de dabeşkirî ye û sazîyên saxlemîyê jî hilweşîyane.

Richard Brennan, rêvebirê awarte yê herêmî yê WHO got ku îsal li nîvê 18 eyaletên Sudanê zêdetirî 20 hezar bûyerên kolerayê hatine dîtin û nexweşîya vê carê ji ya sala borî zûtir belav dibe.

Brennan da zanîn ku li ber e vê hefteyê bizaveke vaksînkirina devkî destpê bike û pêşî 1.4 mîlyon doz, dûre jî 2.2 mîlyon dozên din ji nexweşan re werin dayîn.

Jêder: Reuters