WHO û NY Bal Dikşînin Ser Rewşa Mirovahî ya li Gazayê

Nûnerê Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Rik Peeperkorn îro Înê got ku 18 ji 36 nexweşxaneyên li Gaza tenê bi awayekî sînordarkirî û bi kanînên asta nizim xizmetê didin.

Peeperkorn dîyar kir ku sîstema saxlemîyê ya Gaza jiber şerê domdar hilweşîye û êdî nabe ku Gaza nexweşxaneyên heyî jî hinda bike.

Peeperkorn da zanîn ku hejmara nivînan ku berî şer 3500 bû, niha daketiye 1500 nivînan û bare wan nexweşxaneyan jî pir giran e.

Hevdem, Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê NY Volker Turk jî dawîbûna agirbesta demkî ya Îsraîl û Hamasê û herwiha jinûve destpêkirina şerê li Gaza wek felaketekê bi nav kir.

Berpirsê mafên mirovan yê NY Turk bang li hemî alîyên agirbesta demkî ya tekçûyî û welatên xwedî bandor kir ku bo vejandina agirbestê hewil bidin.

Turk dîyar kir ku rewşa Gazayê giheştiye astekê ku xeterîya kuştina zêdetir Filîstînîyan yan jî koçberkirina bi darê zorê ji warên wan xurttir bûye.

Jêder: AP