WHO: Pêketinên Nû yên COVID-19 li Cîhanê bi Rêjeya 19% Kêm Bûne

Ala Rêxistina Saxlemî ya Cîhanî (WHO).

Rexistina Saxlemî ya Cîhanî (WHO) dîyar kir ku hejmara pêketinên nû yên vîrûsa koronayê li seranserê cîhanê di hefteya borî de ji sedî 19 kêm bûne û hevdem hejmara mirîyan jî wek xwe maye.

WHO'yê ev agahî di raporta xwe ya heftane ya ser pandemîya koronayê de ragihand.

Rexistina saxlemîyê ya Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku li seranserê cîhanê hefteya borî tenê zêdeyî 16 mîlyon pêketinên nû yên COVID-19 û nêzîkî 75 hezar mirin hatine tomar kirin.

WHO'yê got ku di hemû cureyên din yên vîrusa korona de, tevî alpha, beta û delta, li tevahîya cîhanê kêmbûn tê dîtin jiber ku cureya omicron xurtir e.

Hevdem, WHO'yê destnîşan kir ku li seranserê cîhanê zêdeyî 400.000 pêketinên COVID-19 yên bi sedema cureyên cuda yên vîrusa korona hatine tomar kirin û ji sedî 98 pirtirî wan jiber cureya omicron bûne.

Li gor pêzanînên WHO'yê, herêma Pasîfîka Rojavayî yekane herêm bû ku bo pêketinên heftane yên nû zêdebûneke nêzîk ji sedî 19 ragihand.

Asyaya Başûr jî kêmbûneke bi qasî ji sedî 37 ragihand, ku ew jî daketina herî mezin ya cîhanî ye.

Lê hejmara mirinan li Rojhilata Navîn ji sedî 38 û li Pasîfîka Rojavayî bi qasî yek ji sêyan zêde bû.

Herwiha, hejmara herî bilind ya pêketinên nû yên COVID-19 li Rûsyayê hate dîtin.

Pêketinên li Rûsya û li heremên din yên Ewrupaya Rojhilat di hefteyên dawî de duqat zêde bûne, jiber cureya omicron ku pir zû belav dibe.