WHO Ser Biryara Trump ya Vekişînandina Amerîka Banga Dîyalogê Dike

Trump biryarnameyan îmza dike

Serokê nû yê Amerîka Donald Trump bi biryarnameyekê ferman da ku Washington ji Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) were vekişandin.

Berdevkê WHO Tarik Jasarevic got ku ew jiber plana Amerîka ya ser vekişîna ji rêxistinê xembar bûne.

Jasareic li Cenevrê di preskonferansa heftane de dîyar kir ku WHO ser sedemên serekî yên nexweşîyan disekine û sîstemên xurt yên saxlemîyê ava dike.

‘’WHO nexweşîyên şewbğ ji dı nav de rewşên awarte yên saxlemîyê nîşan dide, rê li ber wan digire, bersîvan dide û Amerîkî jî di nav de jibo parastina ewlekarî û saxlemîya mirovên li seranserê cîhanê karên girîng dike.’’

Wî bi bîr xist ku Amerîka sala 1948’an yek ji avakarên WHO bûye û got ku ew tevî 193 endamên din rê li ber karên rêxistinê vedikin û wê pêşve dibin.

Jasarevic dîyar kir ku ew li bendê ne ku bi Amerîka re dest bi dîyalogeke avaker bikin.

Serokê nû yê Trump do Duşemê sonda seroktîyê xwe xwar û biryara ser vekişîna ji WHO îmza kir.

Jêder: Reuters, AFP