Piştî Johnson û Hancock, Berpirsê Saxlemî yê Serekî yê Brîtanî Whitty jî bi Korona Ket

Boris Johnson û Chris Whitty

Berpirsê saxlemî yê serekî yê Brîtanî Chris Whitty îro Duşemê ragihand ku wî bi vîrusa korona ketiye.

Înîya borî jî Serokvezîrê Brîtanî Boris Jojhson û Wezîrê Saxlemîyê Martt Hancock ragihandibû ku ew tûşî korona bûne.

Johnson, Hancock and Whitty di nav hefteya borî pir caran kom bûbûn û hevdîtinan pêk anîbûn ku jibo pêşîgirtina berfirehbûna korona çi gavan bavêjin.

Karbidestên Brîtanî bi tirs in ku hîn pirtir endamên kabîneya welêt bi vîrusa koorna ketibin.

Johnson rêberê yekî yê cîhanê ye bi vîrusa korona ketiye. Li Brîtanya heta niha 19,821 bûyerên piştrastkirî yên korona hatine tomar kirin û 1,228 kes jiber wê vîrusl jîyanên xwe hinda kirine.