NY Ji Bo Mîlyonek Lubnanî Xwarinê Dişîne

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) roja Yekşemê dîyar kir ku wê dest bi operasyoneke awarte kiriye, jibo peydakirina xwarinê ji mîlyonek mirovên ku ketine bin bandora zêdebûna pevçûnan li Lubnanê.

"Zêdebûna pevçûnê ya di dawîya vê hefteyê de pêdivîya bersîveke mirovî ya demûdest derxist holê," WFP di daxuyanîyekê de got.

WFP ragihand ku ew niha li stargehên seranserê Lubnanê xwarinên amade, nan, xwarinên germ û pakêtên xwarinê belav dikin.

Îsraîlê roja Yekşemê got ku ew bi êrîşên esmanî yên nû li dehan armancên Hîzbullahê li Lubnanê dixe, du roj piştî kuştina serokê koma bi piştgirîya Îranê, Hesen Nesrellah, di êrîşeke esmanî de li ser navenda giştî ya Hîzbullahê li başûrê Beyrûtê.

Kuştina Nesrellah di şerê di navbera Îsraîl û Hîzbullah de zêdebûnek tund nîşan da, di nava nêzîkê salekê de, ji dema ku koma çekdar Hamas di 7ê Cotmeha 2023’an de li başurê Îsraîlê êrîşek bêhempa pêk anî ve.

WFP ragihand ku jiber bomberankirina li ser Lubnanê bi hezaran mirov neçar mane ku ji cih û warên xwe biterikînin û rewşa şênîya xirabtir kiriye, ku jixwe jiber qeyranên heyî de rûbirûyê şertên pir dijwar bûn.

"Tenê di nava çend rojan de, alîkarîya WFP gihîşt bi hezaran mirovên nû yên ku ji cih û warên xwe hatine dûrketin," Matthew Hollingworth, rêvebirê WFP yê Lubnanê, got.

Hollingworth eşkere kir ku WFP jibo alîkarîya milyonek kes li Lubnanê 105 mîlyon dolar hewce ne û jibo finaskirinê piştevanîya civaka navneteweyî daxwaz kir.

Rêvebira herêmî ya WFP Corinne Fleischer jî got ku "Lubnan di xaleke têkçûnê de ye û nikare barê şerekî din ragire."

Jêder: AFP