Wezîrê Derve yê Îraqê Hûşyar Zêbarî digel alîkarê wezîra derve ya Amerîka Jeffrey Feltman kombû bo mişt û mirê liser peywendîyên herdû welatan û hilanîna benda heft ya Netewên Yêkgirtî jiser Îraqê. Di hevpeyvînekê de digel Dexîl ê Şemo ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, birêz Zêbarî got Amerîka nevêt serok wezîrekî ji Îraqê re destnîşan biket û maya xwe biket rewşa Îraqê. Wî hîvî kir li demekî nêzîk hikûmeta nû ya Îraqê bêt damezrandin belê got jî zehmetî gelek hene.