Wezîrê Berevanî yê Koreya Başur dest ji karê xwe berda, piştî hêrişa topxana Koreya Bakur bo ser giraveka Koreya Başur.
Piştî wê hêrişê, rexnên tond arastê wezîr Kim Tay-yong hatin kirin ji ber çewaniya bersiva wî beramberî êrişa Bakurê. Jimareka endamên parlemanî yên ser bi partiya desthelatdar û partiya opozisyon dibêjin bersiva Tay-yong direng û bêzêh bû.
Serokê Koreya Başur Lî Myung-bak roja Pêncşembî dest ji kar berdana Tay-yong qebul kir.
Roja Sêşembî, Koreya Bakur bi topan hêriş kire ser girava Yeonpyeong û di encam de du serbazên Koreya Başur û du kesên sivil hatin kuştin û 18 kesên din birîndar bûn.