Dewletên Rojavayî bi Nameyekê Bang li Îsraîlê Dikin ku li Gaza li Gor Hiqûqa Navnetewî Tevbigere

Komeke dewletên Rojavayî bi nameyekê ji hikûmeta Îsraîlê xwest ku li Gaza li gor hiqûqa navneteweyî bigire û bala xwe bide ser krîza mirovahî ya li herêmê.

Xêncî Amerîka, dewletên G7, Koreya Başûr, New Zealand, Holanda, Danîmarka, Swêd û Fînlandîya û Australya nameya hevbeş îmza kir.

Nameya 5 rûpelî li vê demê rast tê ku hêzên Îsraîlê tevî hişyarîyên ser sîvîlan jî jibo pûçkirina çekdarên Hamasê operasyonê dibe Refah ya li başûrê Gaza.

Di nameyê de hat gotin ku mafê berevanîyê yê Îsraîlê heye, lê hiqûqa mirovahî ya navneteweyî jî di nav de divê ew li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere.

Îsraîl dîyar dike ku ew rê li ber alîkarîyên mirovahî nagire û dibêje ku jibo ewlekarîya xwe divê ew Hamasê pûç bike.

Dewletên Rojavayî dibêjin ku ew dijî operasyoneke berfireh ya li Refahê ne bang li Îsraîlê dikin ku jibo derbazbûna alîkarîyên mirovahî rê veke.

Name dide zanîn ku ger li Refahê operasyoneke leşkerî ya berfireh çêbe ewê li gor texmînên Neteweyên Yekbûyî (NY) bandorê li 1,4 mîlyon kesan bike û dîyar dike ku divê jibo derbazbûna alîkarîyan gavên berbiçav werin avêtin.

Di nameyê de Îsraîl tê pesandin ku destûr daye ku pirtir alîkarîyên kamyonê herin Gaza, derîyê sînor yê li Erezê jinûve vebûye û bendergeha Aşdod ya li başûrê Îsraîlê jî bi awayekî demkî bikeve xizmetê.

Dewletên Rojavayî di nameyê de bang li hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dikin ku jibo agirbesta domdar, derketina sîvîlan û xizmetên av, ceyran û telekomunîkasyonê pirtir hewil bide.

Karbidestên saxleymî yên li Gaza dibêjin ku ji êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 35,000 Filîstînî ahatine kuştin.

Îsraîl dide zanîn ku Hamasê di êrîşên 7’ê Cotmehê de bi qasî 1200 kes kuştine û 253 kes jî revandine.

Jêder: Reuters