Rêvebirekî payebilind yê karsazîya malbata Serokê berê Donald Trump îro Pêncşemê bi dadgeheke ku dihat darizandin de ser peymana lihevkirinê hevbîr bû û wî hemû tawanbarîyên dijî xwe qebûl kir.
Allen Weisselberg yê ku berpirsê diravî yê kompanîya bi navê Rêxistina Trump e, tevahîya 15 tawanbarîyên ku di di dozê de rûbirû mabû qebûl kir.
Ev yek, Weisselberg di doza dijî kompanî û karsazîya malbata Trump te dike şahidekî gelek girîn, ya ku bi tawanbarîya revandina bacê hatiye vekirin û li bere ku di payîzê de destpê bike.
Ew bi revandina bacê hate tawanbar kirin, bo berjewendîyên xwe ji budceya kompanîyê wergirtiye û xerc kiriye.
Weisselberg qebûl kir ku wî zêdetirî 1.7 mîlyon dolar bê hesibandin û tomarkirina bacê wergirtiye û bi gelemperî di van waran de xerc kiriye; heqê dersên neviyên xwe, dayîna kirê yên otomobîlek luks û xanîyekî li Manhattanê.
Weisselberg yekane kes e ku heya niha di lêpirsîna dem dirêj ya dozgerê herema Manhattan de, rûbirûyê tawanbarîyê dimîne, ya ku ser kiryarên karsaziya malbata Trump didome.
Dadgehê li Weisselberg cazeyê pênc mehan yê girtigehê û cezayê pênc salan yê bi azadîya sînordarkirî ya di bin çavderîyê birî.
Dadwer Juan Manuel Merchan dîyar kir ku Weisselberg wê bi qasî 2 mîlyon dolar bac, ceza û faîz jî bide.
Hat ragihandin ku Weisselberg wê cezayê xwe yê penc mehan li girtîgeha Girava Rikers ya li eyeleta New York’ ê bikşîne, lê heke tevgerên wî yên li girtîgehê wek baş werin nirxandin, dibe ku di zûtirîn demê de were berdan.
Li gor peymana lihevkirinê ya bi dadgehê, Weisselberg divê di doza dijî Rêxistina Trump de wek şahidê dozgerîyê şahidîya rastîn bike, dema ku di Cotmehê de jiber tawanên têkildar darizandin destpê bike.
Rêxistina Trump bi wê yekê tê tawanbar kirin: alîkarîya Weisselberg û rêvebirên din dike ku ew bacên dahatê veşêrin û birevînin, bi ranegihandina tazmînata wan ya tevahî ji dewleta Amerîka re.
Hêjayê destnîşan kirinê ye ku serokê berê Donald Trump di dozê de nayê tawanbar kirin.
Pispor dibêjin ku şahidîya Weisselberg dikare berevanîya Rêxistina Trump ya di doze de qels bike.
Ger Rêxistina Trump tawanbar were dîtîn dibe ku bi cezayan re rûbirû bimîne yan were xistinê bin çavderîya dadmendîyê û neçar bimîne ku hin beşên karsazîyên xwe biguherîne.