Rojnamevan Wehbê Romî Qala Dijwarîyên Rojnamegerîya Qada Şer Dike

Şervanên HSD'ê

Rojanemevan Wehbê Romî yek ji wan rojnamevanan e ku di xeta pêş de, bi wêrekî şerên dijî DAIŞ û komên din yên tundrê dişopîne û tîne pêş xwendevanên xwe.

Romî herwiha bi wêne û dîmenên xwe yên balkêş çîrokên xemgîn yên zarok, jin, kal û pîrên ku ji hovitîya şer direvin, sîvîl tîne pêş bîragiştî.

Di vê hevpeyvînê de Romî agahî li ser rewşa operasyona rizgarkirina Reqa dide û çavdêrîyên xwe yên li hindurê bajêr û xeta pêşîn ya şerên dijwar bi we re parve dike.

"Rojnamegerîya qada şer jixwe dijwar e û dema jin bî, ew dijwarî pitir dibin, lê dema mirov ragihandina rastîyê dike armanc, her tişt hêsan dibe. Dîdevanîya çîrokê mirovên ku ji destê DAIŞ'ê digehijin azadîya xwe, tomarkirina dilgeşîya wan, karê rojnamevanî watedar dike."

Your browser doesn’t support HTML5

Wehbe_Romî_RR