Di Teqîna li Kampa Waşokanî ya li Rojavayê Hesekê Kuştî û Birîndar Hene

Dîmeneke ji kampa waşokanî ku derbiderên Serêkanîyê lê dimînin ((12 km li rojavayê Hesekê)

Li kampa waşokanî ya derbiderên Serêkanîyê do Duşemê danê êvarî teqîneke rûda, yak u 12 km li rojavayê bajarê Hesekê ye.

Li gor agahîyên ji kampê di teqînê de yek kes hatiye kuştin, 4 kesên din jî birîndar bûne ku di nav wan de jin û zarok hene.

Çend çavkanîyên li kampa kampa waşokanî ji Dengê Amerîka (VOA) re got in ku motorekbisîkleteke li nêzî xaleke Heyva Sor ya Kurd teqîya.

Hat ragihandin ku piştî teqînê kesên birîndar hatin veguhestinê nexweşxaneya El-Hikma ya li bajarê Hesekê.

Jêderekî bijijkî ji Heyva Sor ya Kurd yê li kampê ji VOA re navên birîndaran ragihand.
Wî got ku di nav birîndaran de Mihemed Elî (9 salî) ji stûyê xwe birîndar bû, Emîna Mihemed Elî (25 salî) ji guhê wê birîndar bû û Salih Mehmûd El-Ehmed ( 23 sal), û derbarê kesê çaremîn de ti agahî nehatiye bi dest xistin.

Di encama teqînê de ziyanên madî giheştiye otomobîleke ku nêzî cihê teqînê bû
Piştî teqînê piranîya rêxistinên navneteweyî û komeleyên xwecihî yên ku li kampa Waşokanî dixebîtîn,"bi awayekî demkî" vekişîyan.

Li kampa Waşokanî ya li rojavayê bajarê Hesekê nêzî 15 hezar welatiyên Serêkaniyê ji 2019’an û vir ve dimînin, yên ku di encama operasyona artêşa Tirk de koçber bûne.
Ev care yekê ye ku li Waşokanî teqîneke diqewim e, lê heya niha ti alîyekî mîna DAIŞ’ê berpirsîyarîya teqînê ne girtiye ser xwe.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî heya niha di derbarê bûyerê de daxuyanîyeke fermî ranegihandîye.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Di Teqîna li Kampa Waşokanî ya li Rojavayê Hesekê Kuştî û Birîndar Hene