Kampa Waşûkanî ya Derbiderên ji Serêkanîyê Benda Alîkarî Ye

Your browser doesn’t support HTML5

Li kampa Waşûkanî Hesekê ji sala 2019an vir ve 17 hezar derbiderên ji Serêkanîyê di nav 2000 konên rizîyayî de dijîn. Ev 5 sal in ku konên derbideran nehatine guhertin. Netewên Yekbûyî sala borî kamp bi fermî nas kir kir, lê sazîyên wê heta niha jî li kampê tunene û alîkarîyên ku tên pir kêm in.