Dadwerê Washingtonê Flynn bi ''Firotina Welêt'' Tawanbar Kir

Dadwerê ku li doza şêwirmendê ewlekarîya neteweyî yê kevn yê Serok Donald Trump, Michael Flynn dinêre rûniştina biryarê ya ser Flynn ji 13’ê Adarê 2019'an re taloq kir.

Dadwer Emmet Sullivan yê li Washingtonê dîyar kir ku bo ku Flynn hevkarîyê bidomîne, wî biryara taloqkirinê daye.

Parêzerên Flynn ser helwesta tund ya Sullivan, ji wî xwestibûn ku biryarê taloq bike.

Sullivan di rûniştina dawî de Flynn ‘’bi firotana welêt’’ tawanbar kir. Wî herwiha dijî Flynn gotibû ku ‘’Ez nikarim nefreta xwe veşêrim’’

Flynn di Berfanbara 2017'an de li xwe mikûr hatibû ku wî li ser axaftina bi Balyozê Rûs yê li Amerîka re ji FBI’yê re derew kirine.