Financial Times: Washington Zextê li Tehranê Dike ku Dronan Nede Moskowê

Rojnameya Financial Times ya Brîtanî ragihand ku Amerîka zextê li Îranê dike ku dronan nefiroşe Rûsya.

Financial Timesê ji zarê hin jêderan, ku navên wan nehatine eşkere kirin, dîyar kir ku mijara Îran dornan dide Rûsya yek ji babetên serekî yên danûstandinên Amerîka û Îranê ye.

Li gor Financial Timesê, Washington di danûstandinên lihevkirinê de, ku ne nivîskî ne, ji Tehran dixwaze ku ew dron û parçeyên wê êdî nede Moskowê.

Ajansa nûçeyan ya Reutetersê dîyar kir ku Koşka Sipî û Wezareta Derve ya Îranê ser daxwaza şirovekirina vê nûçeyê bersîv nedane.

Nûçeya Financial Timesê li wê demê rast tê ku Washington û Tehran hewil didin girjîyê di navbera xwe de kêmtir bikin û ser bernameya navokî ya Îranê danûstandinên berfireh li dar bixin.

Vê jî bixwîne: Hejmarek Girtiyên Amerîkî li Îranê ji Zîndanê Bo Hepsa Malê Tên Veguhestin

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken do Sêşemê dîyar kir ku ger Îran jibo kêmkirina gefên navokî hin gavan biavêje ewê bi razîbûn li wê tevgerî binêrin.

Financial Times ragihand ku danûstandinên ser dronan, hefteya borî dema guhertina dîlgirtîyan çêbûye.

Îranê piştî danûstandinan biryar dabû ku 4 hemwelatîyên Amerîka ji Girtîgeha Evîn ya Tehranê derxe û derbazî hepsa malê bike.

Girtîyê 5’an yê ku navê wî jibo guhertina dîlgirtîyan tê hildan di hepsa malê de ye.

Reutersê hefteya borî ji zarê jêderan dîyar kiribû ku ger Amerîka toleyên ser 6 mîlyar dolarên Îranê yên li bankên Koreya Başûr rake, Tehran dikare 5 girtîyên Amerîkî berde.

Jêder: Reuters/Financial Times