Washington Kompanîyên Amerîkî Ser Karên li Hong Kongê Hişyar Dike

Amerîka îro Înê kompanîyên Amerîkî ser karên wan yên li Hong Kongê hişyar kir.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê dîyar kir ku jibo kompanîyan rîskên li Hong Kongê zêde dibin.

Wê wezaretê da zanîn ku piranîya rîskan jiber qanûna ewlekarîya çêdibin ku ew meha Adarê ketibû merîyetê.

Li gor ragihandina wezaretê, rîskên ku kompanî li Çînê pê re rûbirû mane, êdî li Hongê Kongê jî hene û roj bi roj zêdetir dibin.

Hong Kong bi statuyeke taybet ya rêvebirîyê tê bi rêve birin û ne dewleteke serbixwe ye.

Jêder: Reuters