Zelenskyy: Ger Washington Piştgirîya Xwe Bisekinîne Wê Kîev li Hember Moskowê Têk Biçe

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy got ku ger Amerîka piştgirîya leşkerî ya jibo hêzên Ukraynî bisekinîne ewê Kîev li hember Moskowê têk biçe.

Zelenskyy roja Sêşemê ji Fox News ya Amerîkî re dîyar kir ku jibo serketina wan divê piştgirîya Amerîka bidome.

‘’Emê şer bikin. Hin çekên me hene ku me çêkirine, lê têra têkbirinê nakin. Û li gor min ew têrê nakin ku em sax bimînin.’’

Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ji wê demê vir ve rêvebirîya Amerîka ya bi rêberîya Joe Biden bi mîlyar dolaran piştgirî da hûzên Ukraynî.

Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump, ku serê sala nû dest bi kar dike, dibêje piştgirîyeke ewqas mezin hewce nake û dîyar dike ku ewê şerê Rûsya û Ukrayna di demeke kin de rawestîne.

Trump heta niha jî eşkere nekiriye ku ewê çawa karibe dawî li şerê Rûsya û Ukrayna bîne.

Jêder: AFP