Reuters: Washington Plan Dike Heta 100 Hezar Ukraynî Wergire

Ajansa Reuters ragihand ku Washington plan dike ku heta 100 hezar Ukraynî wergire, ku ji êrîşên Rûsyayê direvin.

Reuters ji zarê karbidestên Amerîkî ragihand ku rêvebirîya Amerîkî wê daxuyanîyekê li ser wê mijarê bide bîragiştî.

Daxuyanîya çaverêkirî di vê demê de tê ku Serokê Amerîka Joe Biden îro bi rêberên Ewrupî re hevdîtinan dike ku bersîvdana dewletên Rojavayî ya dijî Rûsyayê kordîne bike.