Washington Givaştinên Ser Karbidestên Îranî Didomîne

Wezîrê Navxweyî yê Îranê Abdulriza Rahmanî Fazli

Wezareta Xezîne ya Amerîkayê ragihand ku Washingtonê îro Çarşemê ambargo danî ser Wezîrê Navxweyî yê Îranê Abdulriza Rahmanî Fazli û ew bi binpêkirina mafên mirovan tawanbar kir.

Wezaretê ragihand ku ku fermanên wezîrê navxweyî yê Îranê dane bibûn sedema tûndûtîjîyê li dijî xwepêşendanên aştîyane.

Wezareta Xezîneyê di daxuyanîyekê da got ku Fazli ferman da ku Hêzên Bicîhkirina Qanûnê (LEF) di meha Mijdarê de hêza kûşer li dijî xwepêşanderan bi kar bîne ku di encamê de bi kêmî ve 23 zarok jî di nav da, xwepêşander hatibûn kûştin.

Hikûmeta Amerîkî her îro Çarşemê 7 karbidestên payebilind yên Hêzên Bicihkirina Qanûnê û fermandarekî Pasdaran êxistin lîsta reş.

LEF di warê enerjî, avahî, karûbar, teknolojî û sektora bankan da çalak e û navê wê li Îranê Bonyad Taavon NAJA ye.

Biryara Çarşemê hemî sermayê li Amerîka yên kesên di lîsta reş da dicemidîne û hevkarîya Amerîkîyan digel wan bi giştî qedexe dike.

"Amerîka dê berdewam bike ku rêvebir û sazîyên Îranê jibo tepeserkirin û binpêkirina gelê wî welatî berpirs bigire," Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin di daxuyanîyê de got.