Washington jiber Rewşa Xirab ya COVID-19, 50 Mîlyon Dolar Alîkarî Dişîne Burma

Berdevikê Wezareta Derve yê Amerîka Ned Price îro Sêşemê got ku ewê jiber zêdebûna pêketinên COVID-19 pirtir ji 50 mîlyon dolar alîkarî bidin Burma ku rûbirûyê krîza mirovahî ye.

Li Burma (Myanmar) bi sedema ku artêşê di destpêka îsal de hikûmeta hilbijartî ya demokratîk bi darbeyekê hilweşand, pirsgirêkên dijwar yên sîyasî û aborî hebûn.

Price got ku alîkarîya diravî ya Amerîka wê piştgirîya wan kesana bike ku bi neçarî ji tundî û zordarîyê revîne.

Price herwiha ragihand ku alîkarî dê piştvanîya komên alîkarîyê bike ku bilî pêdivîyên wek xwarin, stargeh û avê, xizmetên saxlemîyê jî peyda bikin.

Wî bi bîr xist ku piştî darbeya 1'ê Sibatê, gelek Burmayî jiber tundîya berdewam malên xwe diterkînin.

Aborîya Burma şeş meh piştî ku artêşê dest danî ser desthilatdarîyê, têk çû û jiber zêdebûna bûyerên COVID-19 sîstema sexlemîyê jî hilweşîya.

Ajansa Reutersê dide zanîn ku li Burma rojane dora 3.824 pêketinên nû yên vîrusê têne tomar kirin û heta niha 12.014 kes ji korona mirine.

Price bi berdewamî ragihand ku ewê 5 mîlyon dolar bidin Taylandê jî ku bikaribe dijî cûreya nû ya vîrusa korona tekoşînê bike.

Price anî ziman ku balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî, Linda Thomas-Greenfield, di dema serdana xwe ya li Taylandê, ew alikarî ragihand.

"Ev alîkarî di demeke girîng de, dema ku pêdivîyên mirovahî zêde dibin de tê ragihandin. Ew alîkarî hêvî dike ku bandorên COVID-19 yên ser jîyana Taylandî û Burmayîyan kêm bike," Price got.

Reuters bi bîr tîne ku li Taylandê hejmara pêketinên nû yên COVID-19 pir bilind e û rojane pirtir ji 20.400 bûyer têne ragihandin.