Washington Wê jiber Mirina Navalny Toleyên Nû li Dijî Moskowê Ragihîne

Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê got ku ewê roja Înê dijî Rûsyayê paketeke mezin ya toleyan ragihînin.

Biden da zanîn ku ewê jiber kuştina rêberê opozîsyonê Aleksei Navalny û şerê du salan yê dijî Ukrayna toleyan ragihînin, lê pirtir hûrgilî neda.

Berdevkê ewlekarîya netewî yê Qesra Sipî John Kirby jî got ku paket jibo tiştên ku hatiye serê Navalny û jiber kiryarên wê yên di dema şerê li Ukrayna de Rûsya berpirs bigire.

Kirby got ku ew li ser Rûsyayê dikin ku bi zelalîyeke xurt eşkere bike ku Navalny çawa Înîya borî li girtîgeheke li Arktîkê miriye.

"Hikûmeta Rûsya ji cîhanê re çi çîrokê bibêje jî eşkere ye ku Serok Putîn û hikûmeta wî ji mirina birêz Navalny berpirs in," Kirby got.

Wî lêzêde kir ku Balyozxaneya Amerîkî ya li Moskowê hewil dide ku li ser mirina Navalny pirtir agahî peyda bike.

Rêvebirîya xizmetên girtîgehê hîngê ragihandibû ku Navalny piştî meşekê bê hiş ketiye û miriye, lê Biden Serokê Rûsya Vladimir Putin bi mirina wî sûcdar kiribû.

Washingtonê girêdayî dagirkerîya Rûsya ya ser Ukraynayê berê jî jimareke toleyên berfireh li dijî Moskowê danîbûn.